Li Bakur û Tirkiyê 164 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 24 hezar û 161 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 862 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 749 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 392 hezar û 963 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 905 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 270 hezar û 769 kesan.