Dengbêjê herêma Botan Cemalê Mihê wefat kir

Dengbêjê Herêma Botan Cemalê Mihê ji ber nexweşiya koronavîrûsê wefat kir.
Dengbêj Cemalê Mihê
Dengbêj Cemalê Mihê

Diyarbekir (K24) - Dengbêjê navdar ê Herêma Botan Cemalê Mihê (Cemal Dayan) ji ber nexweşiya koronavîrûsê (Covid-19) di 63 saliya temenê xwe de wefat kir.

Yek ji nûnerên herî xurt yê şêwaza dengbêjiya li ser heyranok û pehîzokan Cemalê Mihê, bi nexweşiya penceşêrê ketibû. Dengbêjê navdar, piştî ku li Şirnex û Diyarbekirê hatibû dermankirin ji nexweşiya giran rizgar dibe lê belê vê carê bi nexweşiya koronavîrûsê dikeve.

Cemalê Mihê demekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin.  Piştî ku rewşa wî giran dibe ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Diyarbekirê tê rakirin.

Cemalê Mihê du rojan li Diyarbekirê hat dermankirin, lê belê tevî hemû hewlên bijîşkan koça dawiyê kir.

Li gorî endamên malbatê ji Kurdistan24ê re gotin; dê termê dengbêjê navdar roja sêşemê (19.01.2021) li Şirnexê bê veşartin.

Cemalê Mihê, di sala 1957an de li gundê Kavilê Xalo (Xaliyê Kalo) yê ser bi Dêrgul a Şirnexê ji dayîk bibû û bavê 9 zarokan bû.

Wefata dengbêjê navdar, hezkiriyên wî xemgîn kir. Hezkiriyên Cemalê Mihê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, wêne û stranên wî bi hestên xwe yên xemgînî parve kirin.