Parlamenterên Kurd ên Îranê: Bêrêzî li çanda me tê kirin

Hemû parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Îranê nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xaminey re şandin û rexne li ragihandin û kanalên fermî yên Îranê girtin.
Parlamentoya Îranê
Parlamentoya Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hemû parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Îranê nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xaminey re şandin û rexne li ragihandin û kanalên fermî yên Îranê girtin û diyar kirin ku li Îranê bêrêzî li çanda kêmnetewan tê kirin, bi taybetî jî li Kurdan.

Îro duşemê nûnerên bajarên rojhilatê Kurdistanê yên li Parlamentoya Îranê nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xaminey re şandin.

Parlamenterên Kurd di nameya xwe de diyar kirine ku li kanalên fermî yên Îranê, bêrêzî li çand û hunera kêmnetewan tê kirin.

Herwiha destnîşan kirine ku berdewambûna vê bêrêziyê, yekbûn û asayîşa niştimanî ya Îranê dixe metirsiyê.

Nameya parlamenterên Kurd piştî wê yekê hat, ku çend roj berê, pêşkêşvanê kanaleke Îranê, ji cil û bergên Kurdî re digot "cilê şivanan".