Li rojavayê Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê ketin

Hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8363 kesan.
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 23 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 23 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin: 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Kobanê, 3 kes li Tebqayê, 5 kes li Reqayê û 3 kes li Minbicê û 2 kes Şehbayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê 10 kes ji wê nexweşiyê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8363 kesan, ji wan 1182 kes baş bûne û 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.