Qasim Cînakli hewl dide pîşeyê çêkirina tizbiyan zindî bihêle

Qasim Cînakli yek ji dawîn hosteyê çêkirina tizbiyane ku ji 10 saliya xwe ve bi tizbiyan re eleqeder dibe û 10 sal in jî ji xwe re kargehek vekiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hostetiya tizbiyan yek ji kevintirîn pîşeyên Sûr a Diyarbekirê ye ku yek ji nûnerên dawîn ê vê pîşeyê Qasim Cînakli hewil dide pîşeya xwe bidomîne. Lê hosteya tizbiyan dibêje berê wan bo geek bajar û welatan tizbî rêdikir û karê wan wekî berê nabe.

Hosteyê Tizbiyan Qasim Cînakli ji bo ku bikaribe pîşeya xwe bidomîne her sibeh berê xwe dide kargeha xwe. Di serdema Pandemiyê de wek gelek pîşeyan pîşeya çêkirina tizbiyan jî ji rojên zehmet derbas dibe. Qasim Cînakli jî di nava vê qeyranê de ji bo ku pîşeya xwe ji dest nede dişixule. Qasim Cînakli yek ji dawîn hosteyê çêkirina tizbiyane ku ji 10 saliya xwe ve bi tizbiyan re eleqeder dibe û 10 sal in jî ji xwe re kargehek vekiriye û hewil dide vê pîşeya ku gellek jê hes dike bide domandin û amaje dike ku pîşeya çêkirina tizbiyan li gel peydakirina debarê pîşeyeke xweş û rengine jî.

Qasim Cînakli ji K24ê re got: “Bi rastî mirov ji vê pîşeyê hes neke mirov nikare bike. Ji zaroktiya xwe ve ez ji tizbiyan hes dikim. Ez cem zelamek temen mezin fêrî vî karî bûm. Paşê min jê re got, gelo tû vê dikanê nafiroşî min? Got, bele û min jî kirî.”

Di kargeha hosteyê tizbiyan Qasim Cînakli de pêkane ku carcaran mirov rastî heskiriyên kevin ên tizbiyan jî were ku Bahdîn Çîftçî yê 62 salî bo temîrkirina tizbiyê xwe li kargehê ye ku dibêje tizbiyê wî ji destê wî nakeve.

Bahdîn Çîftçî dibêje: “Ji zaroktiya min vde tizbî di deste min de ye. Tizbîyê min nebe, sebra min nayê, buye wek hevalê min.”

Hosteyê Tizbiyan Qasim Cînakli dibêje bo çêkirina tizbiyan sebri û hedanek xurt û baldariyeke mezin pêwîst e  û dibêje bi gelek cure keviran ew dikare tizbiyan çêbike. Tizbiyên ku ji kehrebar, qalikê kîsoyê, diranê fîlê, benîştê darê, feyruz û dara qoqayê tên çêkirin ji 50 lîreyî dest pê dike heta 100 lîreyî jî diçe ku bo gelek deveran jî li ser daxwazê tê rêkirin.

Qasim Cînakli diyar dike: “Ev pîşe sebrê dixwaze. Ez îmameyekê carcaran di rojekê de çêdikim pê ve mijul dibim. Sebir nebe, nabe. Carcaran camêr dixwazin, em bo wan dişinin Stenbolê, Enqereyê, Izmîrê. Heta em bo welatên derve jî rêdikin. Me bo Swêdê jî şandiye.”

Qasim Cînakli yê ku dixwaze xwedî li pîşeya çêkirina tizbiyan were derketin bang dike k udi dem3en dawîn de fêrgehên pîşeyan di bin banên fermî de tên vekirin û div ê çarçoveyê de bo pîşeya çêkirina tizbiyan jî cih were dayîn ev pîşe bikare bijî.