Berfê riya 3 hezar gundên bakurê Kurdistanê girtiye

Li herêma Serhedê Wan û Mûş û Erzirom û çend bajarên din bilindahiya berfê gihiştiye metreyan.
Berfa li bakurê Kurdistanê
Berfa li bakurê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – 4 roj in li bakurê Kurdistan û gelek deverên Tirkiyê jî berf dibare. Taybet li herêma Serhedê Wan, Mûş, Erzirom û çend bajarên din bilindahiya berfê gihiştiye metreyan. Ji niha ve riyên 3 hezar gundan hatine girtin. Her çend xebatên vekirina rêyan berdewam bin jî, barîna berfê jî berdewam e.

Sê roj in li bakurê Kurdistanê berfeke dijwar dibare. Li gor agahiyên destpêkê, tenê li Mûşê rêyên 729 gundan, li Sêwasê 461 gundan û li Wanê jî riyên 165 gundan hatine girtin.

Her çend agahiyên zelal nebin jî, li seranserê bakurê Kurdistanê rêyên 3 hezar gundan ji ber barîna berfê bi hatûçûnê re hatine girtin. Li ser riya Palo û Govdereya Xarpêtê 15 welatî di nav heşt otombêlan de ase man. Bi hewlên demdirêj hatin rizgarkirin.

Li navend û piraniya navçeyên Çewlîgê jî ji ber barîna zêde ya berfê hatûçûn nav taxan jî hatiye girtin.

Li deverên bilind yên Colemêrg û Dêrsimê barîna berfê metreyan derbas kiriye. Aliyek xebatên vekirina riyan berdewam bikin jî, aliyê din berf jî dibare.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyeyê, herêma Derya Reş û Anatolya navîn jî riyên hezaran gundan hatine girtin.