Îran: Em di çêkirina derziya Koronayê de gihiştin qonaxa sêyem

Komara Îslamî ya Îranê qonaxa sêyem a ceribandina derziya Koronayê li ser xwebexşan ragihand.
Vaksîna Koronayê
Vaksîna Koronayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komara Îslamî ya Îranê qonaxa sêyem a ceribandina derziya Koronayê li ser xwebexşan ragihand.

Serokê Lijneya Cîbicîkar a Fermangeha Xumeynî Mihemed Muxbir ragihand; Wezareta Tendirustiyê di hewldanên xwe yên sekeftina derziya dijî Koronayê de berdewam e û du qonax bi awayekî serkeftî temam bûne.

Mihemed Muxbir ji ajansa nûçeyan a Fas re diyar kiriye: “Îro sêşemê 56 xwebexş dê derzî werbigrin û bikevin bin çavdêriyê.”

Muxbir eşkere kiriye ku di qonaxên borî de 14 kes derziya dijî Koronayê ya Îranê ceribandine û ti nîşaneyeke neyênî li ser wan derneketiye holê.

Mihemed Muxbir herwiha destnîşan kiriye ku Îran hewl dide, meha bê, dê derziya xwemalî ji bo sê milyon kesan berhem bîne û di çar mehên bê de mehane 14 milyon derzî berhem bîne.