Trump xatir xwest

Serokê Amerîkayê Donald Trump axaftina xatirxwestinê pêşkêş kir
Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump axaftina xatirxwestinê pêşkêş kir û ragihand; êrîşa ku bi ser avahiya Kapîtolê de hatiye kirin, destdirêjiya siyasî bû û li dijî nirxên Amerîkayê bû. Herwiha diyar kir ku ew êrîş nayê qebûlkirin.

Donald Trump destnîşan kir ku ew bi moraleke bilind û kêfxweş û baweriyeke bihêz, Koşka Spî bi cih dihêle. Herwiha got ku bi saya şerê ku ji bo Amerîka û gelê Amerîkayê kiriye, niha ew welat parastî ye û serbilind û azad e.

Trump got: “Hemû xelkê Amerîkayê ji ber wê destdirêjiya ser Kapîtola me de, tirsiyan, tundiya siyasî êrîşkirina ser hemû wan nirxên Amerîkiyan bû û ti car nayê qebûlkirin, niha jî ji her demê zêdetir, divê em nirxên xwe yek bikin û çarenûsa xwe ya hevpar darijînin.”

Donald Trump diyar kir: “Min ji bo we şer kir, ji bo malbatên we ceng kir, ji bo welatê me şer kir, berî her tiştî, min ji bo Amerîka û her tiştekî ku di berjewendiya Amerîkayê de ye şer kir.”