3 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin

Berî sê salan, di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî ser Efrînê kirin.
Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî sê salan, di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn hat dagîrkirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên Kurd ên Efrînê şehîd û birîndar bûn, zêdetir ji 250 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn. Piştî sê salan ji dagîrkirinê jî, hîna binpêkirinên mirovî berdewam in û bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin.

Roja 20.01.2018an Artêşa Tirkiyê bi top û mûşekan gund û navçeyên Efrînê Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran û bombebaran kirin û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, dest bi êrîşa bejahî li ser Efrînê kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxana Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Ji ber êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 300 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn. Herwiha zêdetir ji 250 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de man û beşek di jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.

Piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, di roja 18ê Adara 2018an de derbasî bajarê Efrînê bûn û dagîr kirin û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezaran xort û keçên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amarên çalakvanan, zêdetir ji 7 hezar welatiyên Efrînê di vê heyama bûrî de hatine revandin û ta niha çarenivîsa zêdetir ji 2 hezar welatiyan ne diyar e.

Herwiha bi hezaran Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin û demografiya Efrînê tê guhertin. Bi sed hezaran darên zeytûnan hatine desteserkirin û bi hezaran jî darên zeytûn û meyweyên din hatine hilkirin û qutkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve, piraniya cihên şûnwarî yên Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê bi amûrên kolandinê yên mezin hatine kolandin û wêrankirin. Li gor çalakvanên di warê şûnwaran de, entîke û şûnwaran ji Girê Cindirêsê, Keleha Nebî Horî, Keleha Semanê û Şikefta Duderî hatine dizîn û ji aliyê grûpên çekdaran û bazirganan ji bo derveyî Efrînê hatine derxistin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 50 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê, piraniya wan giran bi alavên kolandinê hatine kolandin û têkdan û grûpên çekdar beşek ji wan giran jî kirine navendên serbazî.