Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel konsul û nûnerên welatan civînek pêk anî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê ligel konsul û nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê civiya.
author_image Kurdistan24 Hewlêr
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê ligel konsul û nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişande ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û reformên kabîneya nehem û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê her dem xebitiye ji bo pêwendiyên herî baş ligel hikûmeta federalî hebin û hemû kêşe bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin. Ji bo vê mebestê jî, hemû pabendiyên xwe cîbicî kirine bi arasteya gihiştina rêkeftinekê ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Serokwezîr tekezî li wê yekê kiriye ku divê mijara mûçeyê ji milmilaniya siyasî were dûrxistin û nabe mûçe bibe karteke zextê li dijî Herêma Kurdistanê û siyaseta birçîkirinê li dijî mûçexurên Herêmê were bikaranîn.

Mesrûr Barzanî amaje bi bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bi arasteya hemecûrekirina aborî û zêdekirina çavkaniyên dahat û kêmkriina xerciyan û rêkûpêkkirina bac û hêsankarîkirina veberhênerên biyanî û navxwe. Herwiha eşkere kir ku ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêmê, hemû hewldanên xwe pêk tînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a seqamgîriyê ye li herêmê û pêwendiyên dostane dixwaze ligel welatên cîran û pêşvebirina pêwendiyên ligel civaka navdewletî bi giştî.

Herwiha amaje bi girîngiya berdewambûna alîkarîkriin û hemahengîkirina ligel Herêma Kurdistanê kir ji bo rûbirûbûna gefên terorê.

Di dawiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva pirsên amadebûyan da.