Trump ji Koşka Sipî derdikeve

Trump dê bi firokeya serokatiyê biçe mala xwe ya li Florîdayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Donald Trump di dawî geşta xwe de wek serokê 45em ê Amerîka ji Waşingtonê derbikeve.

Trump berî demekê bi helîkopterekê ji Koşka Sipî derbet û berê xwe da bingeha Andros a asmanî ku li wîlayeta Maryland e û 24 kîlometran dûrî navenda Washingtonê ye. Li wê bingehê, firokeya hejmar 1 a ser bi Hêzên Asmanî yên Amerîkî ve li benda wî ye.

Trump dê bi firokeya serokatiyê biçe mala xwe ya li Florîdayê.

Trump, piştî Andrew Johnson yê ji sala 1865 'an heta sala 1869'an serok bû, yekemîn serokê Amerîkayê ye ku beşdarî merasîma destbikarbûna Serokê Amerîkayê yê di pişt xwe re nabe.