46emîn Serokê Amerîka dest bi kar dike

Donald Trump beşdarî merasîma destbikarbûna Joe Biden nabe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Washingtonê Paytexta Amerîka merasîma destbikarbûna Joe Biden wek 46emîn Serokê Amerîka bi rê ve diçe.

Ji ber rêkarên xweparêziya ji vîrûsa Koronayê û derketina ji aliyê alîgirên Serok Donald Trump û êrîşa wan li ser Kapîtolê, merasîma destbikarbûna Biden, ji merasîmên berê yên serokên Amerîka cuda tên kirin.

Ji alîyekî din ve ji ber rêkarên xweşparêziyê tenê hezar mêvan beşdarî merasîmê dibin, di nav wan de serokên berê yên Amerîka yên wek Barack Obama, Geoge Bosh, Bill Clinton jî hene.

Ev di demekê de ye, Trump beşdarî merasîma destbikarbûna Joe Biden nabe û bi firokeya serokatiyê ber bi mala xwe ya li Florîdayê bi rê ket.

Tê pêşbînîkirin di merasîmê de stranbêj Lady Gaga sirûda niştimanî ya Amerîka bixwînê. Herwiha hejmarek hunermend û akterên wek Jennifer Lopez, Justin Timberlake û Koma Foo Fighters jî beşdar bibin.