Joe Bidin 46'emîn Serokê Amerîka sûnd xwar
Navenda Nûçeyan (K24) – Joe Biden ê ku di hilbijartina 3'ê Mijdara 2020'an a Amerîka de bi ser ket, bi merasîmekê de sûnd xwar û bû Serokê 46'emîn ê wî welatî.
Serokê Amerîka Joe Biden di merasîma sûndxwarinê gotarek pêşkêş û ev xalên li jêr hin ji xalên girîng ên gotara wî bûn:
Biden: Ez bang li Amerîkiyan dikim ku li hemberî tengasiyên hevpar, pandemî û tundûtûjiyê bibin yek.
Biden soz dide ku li dijî nîjadperestiyê têbikoşe.
Bîden: Em di qonaxeke krîtîk de ne û yekitî riya pêşvebirinê ye.
Biden: Em dikevin serdema herî xirab a pandomiya Korona û divê em wek netewe siyasetê li ber metirsiya vîrûsê bidin aliyekî.
Biden: Werin em rûpeleke nû vekin û cudahiyên xwe derbas bikin û li hev guhdarî bikin.
Biden: Amerîka dê ji nû ve hevkariyan saz bike, da ku şerê bi dijwariyên nû bike û vegere ser girêdana bi cîhanê re.