HDP bi civakê re Hevdîtinên Kar û Debarê pêk tîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi lijneyên ku amade kirine, li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan pêk tîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi lijneyên ku amade kirine, li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan pêk tîne.

HDP bi dirûşma "Hevdîtinên Kar û Debarê" li Diyarbekirê bi saziyên sivîl, aktivîstên civakî û xwezayî, dikandar, karmend û cotkaran re dê li ser rewşa wan a niha û daxwazên wan hevdîtinan pêk tîne.

Xebat û Çalakî bi serpiriştiya Parlamenterê HDPê Garo Paylan, li bajarê Diyarbekirê, bi daxuyaniyekê hat ragihandin û destpêkirin.

Garo Paylan da zanîn ku qeyraneke kûr li Tirkiyeyê heye û desthilatdarî, bi daneyên ne rast dixwaze civakê bixapîne. Parlamenterê HDPê anî ziman ku %1ê ku nêzîkî desthilatdariyê ne û rayedar di rewşeke baş de dijîn, lê welatî tengasiyên mezin dijîn.

Paylan daxuyand ku daneyên ku dibêjin enflasyon ji %14-15 ye, bêkarî ji %12-13 ye, ne rast in û balê dikşîne ku ji 10 milyonî zêdetir bê kar hene, yên ku kar dikin jî di mercê birçî mayînê de ne û bê karî jî ji %30 zêdetir e, dîsa enfilayon jî %30-35 e ku li hemû berhem û pêwistiyên welatiyan ji %40-50-60 zam hatiye kirin.

Şanda HDPê, îro li Diyarbekirê dest bi hevdîtin û serdanên xwe dikin û hat ragihandin ku dê ev hevdîtin li hemû bajaran pêk bînin.