Li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 9 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 9 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 9 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Cil Axa, 1 kes jî li Minbicê ye.

Herwiha hat eşkere kirin ku 3 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8399 kesan, ji wan 1191 kes baş bûne û 289 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.