Mesrûr Barzanî derbarê teqînên Bexdayê de: Em ji bo pêşkêşkirina alîkariyê amade ne

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek ku pêwîst bike, amade ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Di vê dema dijwar de ez hevxemê xizmên qurbaniyên Bexdayê me. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek ku pêwîst bike, amade ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Min bi xemgînî ve nûçeya êrîşên terorîstî yên li Bexdayê bihîst. Di vê dema dijwar de ez hevxemê xizmên qurbaniyên Bexdayê me. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek ku pêwîst bike, amade ye.”

Îro li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê du teqîn çêbûn û di encama bûyerê de 28 kes hatin kuştin û 73 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li bazareke navbera qada Tehrîrê û qada Teyeran a li Bexdayê pêk hatin û kesên ku bûne qurbanî jî, piraniya wan kesên hejar in.

Berdevkê Serbazî yê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand: “Hêzên ewlehiyê li pey du kesên xwekuj bûn, her du jî xwe teqandin û xelkê sivîl şehîd û birîndar bûn.”

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Iraqê Kazim Burhan li cihê bûyerê ji Kurdistan24ê re axivî û got: “Ev ji tawanên DAIŞa terorîst e. 28 kuştî hene û 73 kes jî birîndar in.”