Serok Barzanî nameyekê ji Serok Biden re dişîne

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serokê Amerîka Joe Biden dike û hêviya serkeftinê jê re dixwaze.
author_image Kurdistan24 Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî nameyek arasteyî Serokê Amerîka yê nû hilbijartî Joe Biden dike, tê de pîrozbahiyê lê dike û hêviya serkeftinê jê re dixwaze.

Malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka peyama Serok Barzanî bo Serokê Amerîka Joe Biden belav kir ku tê de ji bilî pîrozbahiyê, daxwaza serkeftina wî di erkê wî yê nû de dike.

Joe Biden di hilbijartina Mijdara 2020an a Amerîka de bi ser ket û duhî 20.1.2021an wek Serokê Amerîka yê 46emîn sûnda destûrî xwar û dest bi karê xwe kir.