Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên terorî yên Bexdayê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya Bexdayê bi tundî şermezar kir û ragihand, Herêma Kurdistanê bi hemû awayî amade ye li nexweşxaneyan pêşwazî li birîndaran û qurbanîyên wan êrişan bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya Bexdayê bi tundî şermezar kir û ragihand, Herêma Kurdistanê bi hemû awayî amade ye li nexweşxaneyan pêşwazî li birîndaran û qurbanîyên wan êrişan bike.

Em êrîşa xwekujî ya ku îro li Bexdayê gelek sivîl bi awayekî hovane kirine armanc û gelek ji wan şehîd û birîndar bûn bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê li malbata wan dikin û hevsoz û hevxemê wan in û hêviya selametiya zû ji birîndaran re dixwazin.

Herêma Kurdistanê bi hemû awayî amade ye li nexweşxaneyan pêşwazî li birîndaran û qurbanîyên wan êrişan bike û her xizmeteke bijîşkî ya pêwîst pêşkêşî wan bike.

Ev êrîşa terorîstî, nîşanderê qebareya metirsiyên terorê ye û aliyên peywendîdar û hemû aliyên siyasî yên welat dixe pêş berpirsatiya nitşimanî ji bo tebayî, yekrêzî, hevbeşî û bi hevrekarkirinê, ji bo rûbirûbûna tehediyan û derbaskirina welat ji metirsî, alozî, kêşe û qeyranan.