Çavuşoglu: Dixwazin pêwendiyan bi Yekîtiya Ewropa re baş bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Brukselê bi Berpirsê Siyaseta Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civînê ragihand, atmosfera baş ya ku di Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de destpê kiriye didome û her du alî jî daxwaza başkirina pêwendiyan dikin.
Çavuşoglu got jî: "Di sala 2020 de pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê nebaş bûn. Piştî daxuyaniya hevbeş ya Lûtkeya Berçileyê, ji her du aliyan jî îradeya başkirina pêwendiyan derketin pêş. Serokomarê me Recep Tayîp Erdogan, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyonê Ursula Vonder Leyen vexwendine Tirkiyeyê. Îro bi Borrell re, em ê dest bi amadekariyên vê civînê bikin."