Parlamentoya Ewropa bang li Tirkiyê dike: Demîrtaş azad bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Ewropa da xuyakirin, zîndankirina Selahedîn Demîrtaş helwesteke sitemkarane ya rayedarên Tirkiyê ye û banga demildest azadkirina Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî kir.
Parlamentoya Ewropa bang li Tirkiyê kir, di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê de, hemû tometên li Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tên kirin, divê bên betalkirin û hemû siyasiyên HDPê, demildest bên azadkirin.
Parlamento, bang li Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropa jî dike ku helwesta Tirkiyê ya redkirina biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirov û neberdana Demîrtaş di civîna 21'ê Adara 2021 de gengeşe bike.
Parlamentoya Ewropa ji ber hewl û nêzîkatiyên li hember Demîrtaş, berpirsên Tirkiyê şermezar dike û dibêje, zedetirî çar salan bi awayek sitemkar zîndankirina Demîrtaş, ziyanên mezin gihandine wî, malbata wî û partiya wî û bang li Tirkiyê dike ji gavên çewsandina wî dûr bikeve.
Ev helwesta tund a Parlamentoya Ewropa di demekê de ye, îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Berpirsê Siyaseta Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell civiyabûn û Çavuşoglu gotibû ku Tirkiye dixwaze pêwendiyan bi Yekîtiya Ewropa re baş bike.