75 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas bûn

Komara Kurdistanê di roja 22ê Çileya 1946an de li Mehabadê hat damezrandin û Pêşewa Qazî Mihemed wek Serokomar sonda yasayî xwaribû.
Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê di sala 1946an de
Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê di sala 1946an de

Hewlêr (K24) – Komara Kurdistanê di roja 22yê Çileya 1946an de li Mehabadê hat damezrandin û Pêşewa Qazî Mihemed wek Serokomar sonda yasayî xwaribû.

75 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas bûn û aliyên demokrat di wê baweriyê de ne ku her çiqas temenê komarê kin bû jî, xwestek û daxwaza gelê Kurd bû ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê û bûye sedema çêbûna çend hêmayên girîng ên Kurd, ku heta niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd li ser wan hêmayan yek in.

Berî 75 salan, Komara Kurdistanê li Mehabadê, li qada Çarçira hat ragihandin, komarek bi pêşendiya Pêşewa Qazî Mihemed, ku her weke di ragihandina yekem de hatiye, armanca wê, damezrandina komareke demokrat a Kurdistanê bû.

Cîgirê Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Hesen Şerefî diyar kir: “Armanc ew qas mezin bû ku berî her tiştî pêwîstî bi hêmaya niştimanî ya weke ala û Pêşmerge hebû, ku ev yadîgar hê jî li cem Kurdan in.

Her çiqas Komara Kurdistanê, li Mehabadê hat ragihandin, lê ji hêla Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê dihat parastin.

Mela Mistefa Barzanî ligel hêzên Barzan, hêzên sereke yên parêzvanên vê komarê bûn. Parêzvaniyek wisa ku Qazî Mihemed ewqas pê bawer bû, berî îdamê, Ala Kurdistanê dabû wî destê emîn.

Her çiqas temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû, lê destpêkeke zelal û eşkere bû ji bo serxwebûnxwazên Kurdistanê. Lewra piştî ku Yekîtiya Sovyetê ligel hikûmeta wê demê ya Îranê li hev kir û di nav bêdengiya zilhêzên din de dawî lê anî û pêşengên komarê hatin darvekirin, lê piştî 75 salan, xewna serxwebûnê her maye û îradeyeke bihêz daye.