Şam: Îsraîlê çend deverên Hemayê bombebaran kir

Bombebaraneke firokeyên Îsraîlê
Bombebaraneke firokeyên Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand; vê sibê firokeyên Îsraîlê li parêzgeha Hemayê çend deveran kirin armanc.

Li gor ragihandina SANAyê, bombebaran di demjimêr 04:00ê sibehê de hatiye kirin û Hêzên Berevaniya Esmanî yên Sûriyê hewl dane bersiva êrîşê bidin.

Ajansê derbarê hejmara qurbaniyan û navnîşana deverên ku hatine bomberankirin, ti zanyarî belav nekirine.

Serokerkanê Îsraîlê di destpêka vê mehê de eşkere kiribû ku li Sûriyê "li dijî pêgehên Îranê yên li Sûriyê gelek êrîş encam dane".