50 sal in mûzîka kurdî arşiv dike.. Berekat Ozmen behsa xebat û serboriyên xwe dike

Berekat Ozmen hin caran bi salan dûv qasetekî geriya ye, hin caran jî ji bo wan deng û dengbêjan çûye serê welêt û binê welêt. Niha di arşîva xwe ji bi sedan hunermendan bi hezaran sitran civandiye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Berekat Ozmen ê 77 salî ku teqrîben 50 sal e, civandina (arşiv) berhemên muzîkê dike, tîne ziman ku di salên 1960'an de ku hêj ciwan buye, pismamê wî, Mihemed Salih Berekatoglu radyoyekî ji bo mala wan kiriye û yekem car di wê radyoyê de, gohdariya muzîk û dengbêjên Kurd û Kurdî kiriye.

Berekat Ozmen balê dikşîne ku di radoya ku pismamê wî ji wan re kiriye de; ji radyoya Erîvanê ku di sala 1955'an de dest bi weşana xwe kiriye û ji radyoya Bexdayê de ku di sala 1939'an de dest bi weşana xwe kiriye, gohdariya muzîkên Kurdî kiriye.

Ozmen dibêje, "Mihemed Arîfê Cizîrî û Garabetê Xaço du dengên ku min di destpêkê de gelek ji wan hez dikirbûn. Garabetê Xaço li rayoya Erîvanê derdiket, Mele Arîfê Cizîrî jî li radyoya îzga ya Bexdayê. Dîsa heman kurapê min Mihemed Salih di sala 1972'an de teyîbek peyda kir û qaseteke Mihemed Şêxo anî. Wê demê nizanim ku ez li Diyarbekirêbûm an jî li Stembolê bûm ku nû min zanko xilas kiribû. Min dema gohdarî kir gelek kêfa min jê re hat û ez bi dûv qasetên wî qetim. Piştre min Meryem Xan bihîst ku qasetên wê nedihat peyda kirin. Paşê min li qastefiroşekî li Diyarbekirê di sala 1976'an de qaseta wê peyda kir. Min yekem hemû berehemên Mihemed Şexo berhev anîn, piştrê min got yên Mihemed Arîf Cizîrî jî berhev bînim û dûvre Hesenê Cizîrî, Garabetê Xaço, Mehmûd Hesenê Kirorî û Îbrahîm Hesen û hwd."

Berekat Ozmen hin caran bi salan dûv qasetekî geriya ye, hin caran jî ji bo wan deng û dengbêjan çûye serê welêt û binê welêt. Niha di arşîva xwe ji bi sedan hunermendan bi hezaran sitran civandiye.

Berekat Ozmen ku bavê 7 zarokan û 20 neviya ye, arşîva muzîkên xwe, hinek ji plaqan, hinek ji qasetan û hinek jî ji medya dîjîtal berhev anî ye û radigihîne ku mebesta wî ji ew qas sal e, civandina van berheman ew e ku bên parastin û ji bo nivşên nû bên veguhastin e. Herwiha Ozmen derheqê xwestekan wiha dibêje; "Min ew qas berhev aniye jî, kes nabêje kav an qasetan, van muzîkan bide min. Hin ji wan dibêjin ku yên hemû arşîva min jî dixwazin hene. Lê zêdetir tên dibînin, gohdarî dikin û dibêjin vana karên kevinin û diçin ji bîr dikin. Belê karên kevinin, lê hemû jî muzîkên bêhempa û xweşin. Ez hem ji muzîkê hez dikim, hem jî dixwazin ev winda nebin da ku ji nivşên me yên nû re bimînin. Tenê daxwaz û mebesta min jî ev e. "

Berekat Ozmen li gel arşiv kirina deng û dengbêjên Kurd û Kurdî, ji muzîkên ku jê hez dike yên  ku bi Tirkî, Erebî û zimanên din jî hatine gotin di arşîva xwe de dihevîne. Ozmen tîne ziman ku hêj jî dema dengekî weş yê ku di arşîva wî de tunebe dibihîze, ji bo ku daxilî arşîva xwe bike bi meraq û baldar e.