Êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin

Bi mûşekan êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin û ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve hat têkbirin.
Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, wêne: arşîv
Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mûşekan êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin û ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve hat têkbirin.

Li gor çend jêderên Iraqî, vê sibê, bi rêya çend mûşekên Katyoşa ve êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin û ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve ji binkeya serbazî ya Victory ku li nêzîkî balafirgeh e, hat têkbirin.

Piştî êrîşê, hêzên Iraqê dest bi lêgerîneke berfireh kirin ji bo dîtina jêdera avêtina mûşekan.

Do dawiya sala borî de Amerîka sîstema berevaniya esmanî li balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û li binkeya serbazî ya Victory saz kir ji bo parastina wan ji êrîşên milîsên ser bi Îranê.