Mustafa Ozcelik: Siyaseta Amerîka ya Îranê dê bandorê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bike

Her wiha Ozcelik axaftinên Serokê Amerîka Joe Biden û kiryarên Donald Trump, erk û helwesta Brett McGurk yên derheqê Kurd û Kurdistanê de şirove kirin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) -  Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozcelik dibêje; "Heger Amerîka gifaşên xwe yên li ser Îranên bidomîne, wê li Başûr û Rojava karê kurdan hêsantir bibe. Wê tesîrê li Rojhilat û Bakur jî bike. Gelo Joe Biden wê li hember Îranê çi siyasetê bimeşîne!? Ev mûhîm e." 

Ozcelik beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiva pirsên Cemal Batun da. 

Derbarê têkiliyên Amerîka û Tirkiye de Ozcelik dibêje: "Peywendiyên Amerîka û Tirkiye taybet ji ber meseleya Rojavayê Kurdistanê têk çûn. Van 4-5 salên dawîn da ku kurd li Rojavayê Kurdistanê tiştekê bi dest nexin û li ser wî esasî 4-5 sal in siyaseteke cûda da ber xwe. Piştgirita Amerîka ya ji bo PYD'yê bû destpêka têkçûna peywendiyên herdu welatan. Tirkiye endameke NATO ye, Amerîka wê hestiyariyê tîne pêş çavên xwe. Vêca Tirkiye hewl dide sûd ji nakokiyên di navbera Amerîka, Îran û Rusya de werbigre."

Beşek ji axaftina Ozcelik wiha ye:

"Tirkiye dixwaze rê li Rojava, Başûr û Bakûr bigre, hem jî bikaribe li Rojhilata navîn û Başûrê Efrîqa bike aktoreke sereke. Lewma li hember Amerîka li gel Rûsya zêdetir peywendî danîn. Lê Trump jî heta radeyekê rê da vê siyaseta Tirkiye; Mesela dagirkirina Girê Spî, Serê Kaniyê encama lihevkirina Amerîka bû. Ya Efrînê jî lihevkirina Rûsya bû.

Stratejiya dewleta Tirkiye yek jê ew e ku; Meseleyê ji nav axa xwe û sîstema xwe dûr bixe. Ji aliyekê ve li Bakur, piştî şerê xendeq û barîkatan a 2015'yan de şkestek mezin bi tevgera Bakur ket. Ew plana dewleta Tirkiyeyê bû ku li Bakur bingeha xebata sivîl bişkîne. Li vir (Bakur) destê xwe rihet kir û piştre berê xwe da Rojava û Başûrê Kurdistanê. Dixwaze li Başûr sistema federal pêş neçe, li Rojava jî dixwaze kurdan ji hev qûtke; yekparehiya Rojavayê Kurdistanê ji ortê rake û nehêle li wir statûyekê bi dest bixin. Erdoganî di axaftina xwe de gotibû, 'Heger ez neçim Efrînê fagir nekim şer wê bê Rihayê.' Ango Tirkiye dixwaze meseleyê ji nav xwe dûr bixe.

Lê divê em bibînin, siyaseta Amerîka ya li hember Îranê gelek mûhîm e. Îran tesîrê li her çar parçeyên Kurdistanê dike. Astengek herî mezin e li pêş destkeftî û pêşketinên kurda ye. Heger Amerîka gifaşên xwe yên li ser Îranên bidomîne, wê li Başûr û Rojava karê kurdan hêsantir bibe. Wê tesîrê li Rojhilat û Bakur jî bike. Gelo Joe Biden wê li hember Îranê çi siyasetê bimeşîne!? Ev mûhîm e.

Çi pêşbiniyên min nînin ku li Tirkiye mafê kurdan ên neteweyî û demokratik bidinê. Nîşaneyek tûneye ku Amerîka niha siyaseta xwe bigûhere. Zêdetir dê çavê kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê be.

Her wiha Ozcelik axaftinên Serokê Amerîka Joe Biden û kiryarên Donald Trump, erk û helwesta Brett McGurk yên derheqê Kurd û Kurdistanê de şirove kirin.