COVID20 hat bajarên Bakur!

Medyayên Tirkiyê belav kirin e, kesek ji gundek ser bi navçeya Lîcê ya Diyarbekrê tûşî Vîrûsa guhertî ya Korona bû ye û niha ew gund hatiye karantîna kirin.
Wêne: COVID20: Vîrûsa Korona ya Nû
Wêne: COVID20: Vîrûsa Korona ya Nû

Navenda Nûçeyan (K24) - Vîrûsa Guhertî ya Korona gihişte 4 bajarên bakurê Kurdistanê. Sibe jî, 6 milyon û nîv Vaksînên Çînî digihin Enqere.

Heya niha Vîrûsa Guhertî ya Korona li bajarên Diyarbekir, Kîlîs, Mûş û Dêrsimê hatiye tomar kirin.

Medyayên Tirkiyê belav kirin e, kesek ji gundek ser bi navçeya Lîcê ya Diyarbekrê tûşî Vîrûsa guhertî ya Korona bû ye û niha ew gund hatiye karantîna kirin.

Ew kesê tûşbûyî, pêwendî digel kesên biyanî nebû ye û seredana derveyî Tirkiyê jî nekiriye. Jiber vê yekê jî, ew gund bo dem a 14 rojan hatiye karentîna kirin. Wezareta Tenduristî ya Tirkiyê jî belav kiriye, sibe 6 milyon û nîv Vaksînên Çînî digihin enqera.