Abdulbasit Hemo: PYD kurdan bi tiştên biçûk mijûl dike

Hemo dibêje, "Girtina çalakvanê kurd Fener Mehmûd weke zincîrekê ye. Ev zihniyet û mantelîteya PKK/PYD wê berdewam be. Ti caran raya azad, nêrîna azad qebûl nakin."
Wêne: Ebdulbasit Hemo, Endamê Polîtbûroya PDK-S.
Wêne: Ebdulbasit Hemo, Endamê Polîtbûroya PDK-S.

Hewlêr (K24) - Endamê Polîtbûroya PDK-S Ebdulbasit Hemo derbarê girtina çalakvanê kurd Fener Mehmûd de dibêje, "Li dinyayê danûstaninên mezin çêdibin, PYD / PKK gelê kurd bi tiştên biçûk mijûl dike."

Ebdulbasit Hemo îro beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiva pirsên Cemal Batûn da. 

Herwiha dibêje, "Girtina çalakvanê kurd Fener Mehmûd weke zincîrekê ye. Ev zihniyet û mantelîteya PKK/PYD wê berdewam be. Ti caran raya azad, nêrîna azad qebûl nakin. Tim talan û zimanê gefê, tirsê li gelê kurd dikin. Ne mûmkîn e ku bi vê riyê bikarin bingeha xwe li ser kurdayetiya rasteqîne ava bikin. Ev tim û tim tirsê tînin nav kurdan. Kurdan bi tiştên biçûk, girtin, talankirina malan mijûl dikin. Li dinyayeke din danûstandin çêdibin, siyaset dimeşe. Herkes bo maf û gelê xwe ava bike di astên navdewletî de dixebitin. Îro PYD kurdan bi van tişên biçûk mijûl dike."

Ebdulbasit Hemo kiryarên PYD li dijî berjewendiyên gelê kurd dibîne û wiha dibêje:

"Van tiştên biçûk dikin. Da ku herkes bêje, 'Welle PYD wilo kir, ENKS daxûyanî da, aliyek bêje 'Ev rast e', aliyek jî bêje, 'Ev nerast e' û miletê kurd  mijûlî nakokî, fitne û dijayetiyê bikin. Kînê di nav kurdan de diçînin. Îro Fener Mehmûd, çi metirsiya wî li ser siyaset û berjewendiyên kurdî heye!? Wekî mafyayayan rûyê xwe û devê xwe digrin tên û dibin. Jixwe Fener Mehmûd ne ser bi çi aliyê siyasî ve ye jî. Ez baş wî dizanim, dişopînim jî. Kurdewar e, xizmetkarê milletê xwe ye. Bi sedan wek wî ne. Mixabin, ev dixwazin rê li pêş danûstaninên kurdî bigrin. Da ku kurd negihin çi encaman. Mijûlî hev bibin, xirabiyê bikin. Mixabin ev aqil û zihniyet ji biratî, yekrêzî û kurdayetiyê dûr e. 

Li vir pirs ev e; Divê herkes bêje, 'Ji vê sîstem û aqilî re bêje na!' Heya kengî şûrê wan dê li ser pişt û singê miletê kurd be. Li gel xelkê ereb û miletên din de hûn biratî, dilovanî, demokratiyê dikin. Bes siyaseta PYD û Qendilê ya li beranber çalakvan û gelê kurd gelek xirab e û ne mûmkîne ev zihniyet bisekine."

Hûn dikarin hemû axaftinê di vê videoyê de guhdar bikin: