Li Enbarê sê çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin

Li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Iraqê, sê çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin .
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Iraqê, sê çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin û li Bexdayê jî bombeyek li ber dikaneke meyfiroş teqiya.

Jêdereke ewlehiyê ya Iraqî ragihand; di operasyonekê de li devereke navçeya Hît a li rojavayê Enbarê, sê çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Îstixbaratê ya Serbazî, heşt cihên xweveşartinê yên DAIŞê, li çend deverên derdora Qeterepe ya li sînorê parêzgeha Diyale, ji aliyê hêzên esmanî yên Iraqî ve hat bombebarankirin.

Herwiha li taxa Edl a li rojavayê Bexdayê, bombeyeke vedayî li ber dikaneke meyfiroş teqiya û tenê zirarên madî derketin holê.

Duh di êrîşeke DAIŞêd de li sînorê parêzgeha Selahedîn, 11 çekdarên Heşda Şeibî hatibûn kuştin.