"Gelek şermezarî ye ku em ewlehî û avakirina li Kurdistanê nebînin!"

Serokê Navenda Gotûbêj û Çaksazî Şêx Mecîd Îqabî rexne li partiyên Erebî digre.
Serokê Navenda Gotûbêj û Çaksazî Şêx Mecîd Îqabî
Serokê Navenda Gotûbêj û Çaksazî Şêx Mecîd Îqabî

Hewlêr (K24) – Serokê Navenda Gotûbêj û Çaksazî Şêx Mecîd Îqabî rexne li partiyên Erebî digre, bi taybetî partiyên mezheba Şîe, ji ber têkçûna wan a derbarê dabînkirina pêwîstiyên welatiyan de û dibêje: “Şermezarî ye ku mirov bêje li Kurdistanê bêserûberî heye û çavên xwe li ber wê asayîş û avakirina li wê derê bigre.”

Şêx Mecîd Îqabî, Serokê Navenda Gotûbêj û Çaksaziyê, ku navendeke serbixwe ye û ji bo pêkvejiyana aştiyane ya welatiyên Iraqê dixebite, bi rêya rûpela xwe ya fermî ya li ser medyaya civakî ya Facebookê behsa Herêma Kurdistanê dike û rexne li partiyên Erebî yên Iraqê digre.

Îqabî ku di heman demê de zilamekî naskirî yê olî yê ji mezheba Şîe ye, dibêje: “Gelek şermezarî ye ku em bibêjin Kurdistana Iraqê bêserûber e yan Pêşmergeyê ne rewa li li wir in û em asayîş û avakirin û jiyana parastî ya li wê derê nebînin!”

Derbarê berawirdkirina partiyên Kurdî û partiyên Erebî de dibêje: “Weke berawirdkirina Emîn û Memûn e, ku her du birayên hev in û navê bavê wan Harûn e.. Memûn bi cidî dixebitî û difikirî, lê Emîn, her çiqas artêşeke wî ya mezin hebû, hukmê xwe ji dest da û hukmê wî kete destê Memûnê birayê wî.”

Di beşeke din a nivîsa xwe de Şêx Mecîd Îqabî dibêje: “Her dem têkçûn bi derew û sextekarî dihate veşartin û ber bi fitneyê diçû, ev jî hincetanîna ji bo lawzî û gendelî, weke bibêjin dagirkeriyeke Kurd heye li Iraqê.”

Şêx Mecîd Îqabî dibpirse: “Li parêzgehên başûr û naverast, ti car Kurdan hukm nekiriye û fermandarên wan her dem Ereb bûn, ji bilî zêdebûna hejarî û feqîrtî çi guherî.. Têkçûna îdarekirinê pêwendiya wê bi daxwaza ewên din nîne, lê li wê derê daxwazek heye ji bo çespandina mafan û avakirinê, li vir jî sivikatî bi xwîn û pere û aştî tê kirin.”