Li Duhokê nexweşiyên dil sedema yekem a mirinê ne

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê ragihand; di sala 2020an de sedema yekem a mirinan, nexweşiyên dil bûn.
Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Hemze Rezîkî
Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Hemze Rezîkî

Duhok (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê ragihand; di sala 2020an de sedema yekem a mirinan, nexweşiyên dil bûn.

Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Hemze Rezîkî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir; sala borî li parêzgeha Duhokê hezar û 149 kes bi nexweşiyên dil jiyana xwe ji dest dane.

Mirina bi nexweşiyên veguhestî, li Duhokê di rêza duyem de ye û hejmara kesên mirine jî, 1116 kes e.

Tevî ku ji sala 2020an heta niha, ku nêzîkî mehekê di ser 2021ê re derbas bûye, Koronayê cîhan girtiye, pandemiya Koronayê di rêzbenda sêyem a sedemên mirinê ye li sînorê parêzgeha Duhokê, ku ji sala borî ve kêmtirî 700 kes bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Di beşeke din a civîna çapemeniyê de Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê Hemze Rezîkî diyar kir ku kesên ji ber nexweşiya penceşêrê mirine, hejmara wan 292 kes e.

Li gor pêrar, tevî Korona û çendîn nexweşiyên din, li Duhokê haletên mirinê kêm bûne. Di sala 2019an de hejmara miriyan zêdetirî 5 hezar kes bû, di sala 2020an de jî ji 5 hezar kesan kêmtir e.