Ji Babacan û Karamollaoglu derheqê Hewlêr û PYD'ê de daxuyanî

Babacan li ser pirsa Kurdistan24 diyar kir ku hewceye Tirkiye bi cîranên xwe re têkiliyên baştir pêk bîne...
Wêne: Ali Babacan û Temel Karamollaoglu daxûyaniya hevpar didin
Wêne: Ali Babacan û Temel Karamollaoglu daxûyaniya hevpar didin

Nalin Dirî (Enqere) - Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser pirsa Kurdistan24 Alî Babacan got, "Tirkiye, pêwîst e bi Hewlêrê re têkiliyên baş pêk bîne."

Serokê Partiya DEVAyê û herwiha Wezîrê Aboriyê yê Berê yê Tirkiyê Alî Babacan bi serokê Partiya SAADETê Temel Karamollaoglu re li navenda giştî ya Partiya SAADETê civiya. Piştî civinê jî bi Karamollaoglu re daxuyaniyek hevbeş dan û bersîva pirsyarên rojnamegeran dan. 

Ali Babacan: Tirkiye, pêwîst e bi Hewlêrê re têkiliyên baş pêk bîne.

Wêne: Ali Babacan û Temel Karamollaoglu @NalinDiri, K24
Wêne: Ali Babacan û Temel Karamollaoglu @NalinDiri, K24

Babacan li ser pirsa Kurdistan24 diyar kir ku hewceye Tirkiye bi cîranên xwe re têkiliyên baştir pêk bîne û got:

"Hewceye ji bo Tirkiyê mijara herî girîng, bi cîranên xwe re ji nû ve têkiliyên baş bên pêkanîn. Tirkiye helbet pêwîst e bi Hewlêrê re jî hevdîtinan pêk bîne, bi Bexdayê re jî hevdîtinan pêk bîne. Di çarçoveya berjewendiyên hevpar de jî hewceye bi wan re hevkariyê bike. Xilaskirina terorê bi hêza tenê dewletekê û bi çekan ne pêkan e. Dîplomasî jî bo şerê li dijî terorê gelek girîng e. Hevkariya navçeyî û navneteweyî tiştek gelek girîng e, û bo hemû aliyan jî sûdmend e. Di vê çarçoveyê de jî danûstandinên bi Hewlêrê re gelek biqîmet in."

KARAMOLLAOGLU: DIVÊ TIRKIYE PYD'ê JI NÊZ VE BIŞOPÎNE

Wêne: Ali Babacan û Temel Karamollaoglu @NalinDiri, K24
Wêne: Ali Babacan û Temel Karamollaoglu @NalinDiri, K24

Serokê Partiya SAADETê Temel Karamollaoglu jî li ser heman pirsyarê wiha axivî:

"Bi ya min hevkariya di navbera Enqere û Hewlêrê de bi bandora heyama serokatiya Joe Biden, dihate çaverêkirin. Amerîka dê siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn ji nû ve ava bike. Dibe ku di plana hikûmeta nû ya Amerîkayê de li Sûriyê bireveberiyek PYDê jî hebe. Heger tiştek wiha bibe jî dibe ku li Tirkiyê bûyerên terorê kêm bibin û di vê çarçoveyê de em bi avayekî erênî pêşwazî  lê dikin. Lê belê hewceye Tirkiye bipêşveçûna PYDê ji nêz ve, bi avayekî baldar bişopîne."