Serokkomarî biryara bidarvekirina 34 zindaniyan da! Sunne nerazî ne

Şêwirmendê Serokomarê Îraqê Îsma'îl Hedîdî ragihand, ew kesên Serokomar îmze liser biryara bidarvekirina wan kiriye, ne ew kesên bi tometa hebûna peywendiya wan bi teqînên meydana Teyaran ve hatibûn girtin in.
Li Iraqê 340 zindanî tên bidarvekirin
Li Iraqê 340 zindanî tên bidarvekirin

Bexda (K24) - Serokomarê Îraqê Berhem Salih biryara bidarvekirina 340 zindaniyan îmze kir. Sunne jî ji vê biryarê dilgiran in.

Şêwirmendê Serokomarê Îraqê Îsma'îl Hedîdî ragihand, serokomar îmze liser biryara bidarvekirina 340 zindaniyan kiriye.

Got jî, ew kesên Serokomar îmze liser biryara bidarvekirina wan kiriye, ne ew kesên bi tometa hebûna peywendiya wan bi teqînên meydana Teyaran ve hatibûn girtin in. Amaje bi wê yekê kir, ji bo îmzekirina biryarê, ti fişarek siyasî liser Serokomar nebû ye.

Di beramber de jî, Hevpeymaniya Hêzan, ku ji çend aliyên Sune pêk tê, dilgiraniya xwe ji îmzekirina vê biryarê nîşan dan û tekez kirin, ku fişarên siyasî bo bidarvekirina van kesan hebû.