Termên kolberên ku di bin aşûtê de mabûn, hatin dîtin

Termên wan kolberên Rojhilatê Kurdistanê ku çend roj berê di dema kolberiyê de li aliyê Bakurê Kurdistanê di bin aşûtê de can dabûn, ji aliyê xelkê ve hatin dîtin.
5 kolber roja 18ê vê mehê li aliyê Bakurê Kurdistanê di bin aşûtê de mabûn
5 kolber roja 18ê vê mehê li aliyê Bakurê Kurdistanê di bin aşûtê de mabûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Termên wan kolberên Rojhilatê Kurdistanê ku çend roj berê di dema kolberiyê de li aliyê Bakurê Kurdistanê di bin aşûtê de can dabûn, ji aliyê xelkê ve hatin dîtin.

Piştî ku xelkê gundê Kuran yê Urmiyê ji sozên alîkariyê yên berpirsên hikûmetên Îranê û Tirkiyê bê hêvî bûn, duh komek ji xelkê gund sînor derbas kirin û li gundê Dirîşk yê Bakurê Kurdistanê li termên wan kolberan geriyan.

Li gorî agahiyan, destpêkê sê term hatin dîtin paşê jî her du termên din hatin dîtin.

Ew kolberên han roja 18ê vê mehê li aliyê Bakurê Kurdistanê di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Navên wan kolberan ev in: Ewlayî Xudayî kurê Hetem, Firat Xudayî kurê Xorşîd, Metîn Eslanî kurê Osman, Bîlen Ehmedî û Yawer Eslanî.