Sîstanî: Vaksîna Koronayê helal e

Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî derbarê fetwaya bikaranîna vaksîna Koronayê de axivî .
Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî
Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî derbarê fetwaya bikaranîna vaksîna Koronayê de axivî û ragihand eger vaksîn bo parastina mirov be bikaranîna wê helal e.

Piştî grûpêke misilmanan li Brîtanya bi navê grûbê "Xoce", ragihandibû bikaranîna vaksîna dijî vîrusa Koronayê heram e, Sîstanî bersiv da.

Elî Sîstanî derbarê xwevaksînkirinê kompanyaya Pfizerê Amerîkî û Astra Zeneca ya Ewrûpayê û Modernayê û xwe vaksînkirinê dijî vîrûsa koronayê, ku eger heye ziyana wê hebe axivî û da zanîn divê di vê qonaxê de guh li bijîşkan were dayîn û li gor binemaya bijîşkan gav werin avêtin.

Herwiha Elî Sîstanî diyar kir ku ji aliyê şer'î ve rê bi xwe vaksînê hatiye dayîn û eger jiyana mirovan biparêze mirov dikare xwe vaksîn bike û ew jî helal e.