Parlemanto ligel dezgehên hilbijartinê yên hemû aliyan dicive

Parlamenatoya Kurdistanê ji bo navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ligel dezgehên hilbartinê yên tevahiya aliyên siyasî dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ragihand, Parlamenatoya Kurdistanê ji bo hilbijartinên li navçeyên Kurdistanî ligel dezgehên hilbartinê yên tevahiya aliyên siyasî dicive.

Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî li Parlamenatoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ji malpera K24ê re ragihand, Komîteya Navçeyên Kurdistanî bi serperiştiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî, roja Pêncşemê 28.1.2021an civîneke berfireh bi berpirsên dezgehên hilbijartinan ên hemû partî û aliyên siyasî re dike.

Got jî: “Parlamento wek dezgeheke niştimanî û Kurdistanî ji bo hilbijartinên bê, hewl dide hevahengiyê di navbera partiyan de dirust bike. Daxwaz jî dike ew yekhelwest bin, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku niha rewşa wan nearam e û bazna hilbijartinan tê de hatine biçûkkirin. Ji ber wê, yekrêziya aliyên siyasî girîng e, ji bo dengê kurdan li wan navçeyan vala neçe.”

Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanê diyar kir jî, tevahiya aliyên siyasî ji bo wê civînê hatine vexwandin û hemûyan jî amade ne beşdar bibin.