Hevpeymaniya Navdewletî: Kurd bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto bi bona roja rizgarkirina Kobanî, peyamek bi zimanê kurdî belav kir.
Hêzeke Pêşmerge li Kobaniyê
Hêzeke Pêşmerge li Kobaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto bi bona roja rizgarkirina Kobanî radigihîne, “Em Kurdan pîroz dikin ku îro bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer”

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê weke îro beriya 6 salan bi hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gelê (YPG) hatibû rizgarkirin.

Bi vê boneyê, Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto peyameke bi kurdî li twittera xwe belav kir û tê de nivîsî: “Îro roja azadkirina Kobanê ye. Di 26ê Çileya 2015an de şervanên Kurd, bi piştgiriya ezmanî ya @CJTFOIR (Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê) Kobanî azad kirin û têkbirina DAIŞê baş nîşanî cihanê dan. Herwiha, armanca wan a stratejîk jî red kirin. Em Kurdan pîroz dikin ku îro bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer.”

Di Îlona 2014an de DAIŞê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobaniyê kir, Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanî da û li ser fermana wî jî çek û hêz ji bo Kobanî hate şandin û hêzên Pêşmerge derbasî Kobanî bû û destdek da şervanên YPGê û hev re roja 26ê Çileya 2015an Kobanî rizgar kirin.