Li Herêma Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 67 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 67 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 43 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de kesekî li Hewlêrê û kesekî li Silêmaniyê ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest daye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 983 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 105769 kes

Mirin: 3459 kes

Başbûn: 95410 kes

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.