Hevpeymaniya Navdewletî cihên xweveşartinê yên DAIŞê bombebaran kir

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek cihên xweveşartinê yên rêxistina DAIŞê yên li sînorê parêzgeha Enbar bombebaran kirin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek cihên xweveşartinê yên rêxistina DAIŞê yên li sînorê parêzgeha Enbar bombebaran kirin û hemû çekdarên ku di nav wan cihên xweveşartinê de bûn, hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; firokeyên F16 yên Hevpeymaniya Navdewletî, hejmarek cihên xweveşartinê tên DAIŞê yên li parêzgeha Enbarê bombebaran kirin û hemû çekdarên di nav wan cihê xweveşartinê de hatin kuştin.

Li aliyekî din li rojhilatê parêzgeha Selahedîn, hêzên serbazî yên Iraqê, 10 cihên xweveşartinê û sê wesayîtên çekdarên DAIŞê kirin armanc.

Li geliyê Ebû Şemhe yê li sînorê bajarokê Reşad yê ser bi parêzgeha Kerkûkê jî, 5 cihên xweveşartinê û cebilxaneyeke çekdarên DAIŞê, ji aliyê polîsê federalî ve hatin dîtin.