Hikûmeta Herêma Kurdistanê du projeyan li Silêmaniyê cîbicî dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina du projeyên mezin ên elektrîkê li Silêmaniyê, 44 milyar dînar (zêdetirî 30 milyon dolar) terxan kir.
Silêmanî
Silêmanî

Silêmanî (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina du projeyên mezin ên elektrîkê li Silêmaniyê, 44 milyar dînar (zêdetirî 30 milyon dolar) terxan kir.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Silêmaniyê ragihand; ev proje ji bo veguhestina enerjiya elektrîkê bo navçe û nahiyeyên derdora Silêmaniyê ye.

Berdevkê Rêveberiya Elektrîka Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand ku wan daxwaza şiyana veguhsetina elektrîkê bo deverên Pişder, Ranya û parêzgeha Helebceyê kirine û ev her du proje gelek girîng in.

Sîrwan Mihemed destnîşan kir; veguhestina enerjiyê bo Ranya bi dirêjahiya 105 kîlometre ye û ya din jî bo Seyîdsadiq 55 kîlometre ye, ku mebest gihandina elektrîkê ye bo parêzgeha Helebce û devera Raperînê.

Mihemed eşkere kir ku Serokatiya Encûmena Wezîran rizamendî li ser projeyan nîşan daye û niha Rêveberiya Dabeşkirina Enerjiya Elektrîkê amadekarî dike ku ji bo cîbicîkirinê, projeyan bidin kompaniyekê.

Derbarê dema temamkirina projeyan de, Sîrwan Mihemed diyar kir ku yek ji projeyan, dirêjahiya wê 105 kilometre ye û demeke dirêj divê, lê ew hewl didin di demeke guncaw de temam bikin.