Pispor: Serdanên Zerîf bo welatên cîran, peyamek ji Amerîka re ye

Bi destpêkirina serokatiyeke nû ya Amerîkayê re, Îran dixwaze bi welatên cîran re pêwendiyên xwe xurt bike.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Bi destpêkirina serokatiyeke nû ya Amerîkayê Îranê jî bi welatên derdorê yên weke Rûsya, Tirkiye, Azerbaycan, Ermenîstan û Gûrcistanê re dest bi serdanên xwe kir. Wezîrê Karên derve yê Îranê ku heta niha serdana rûsya, Azerbaycan û Ermenîstanê kiriye 29ê Çileyê jî tê Tirkiyê. Bi boçûna beşek pisporan ev serdan ji bo başkirin û xurtkirina pêweniyan e. Beşek jî şarezayen dibêjin ev serdan bo Amerîkayê peyamek e lê dibe ku Tirkiye weke berê bi Îranê re tevneger.

Piştî ku serokê nû yê Amerîkayê Joe Bîden dest bi kar kir di heman demê de wezîrê Karên derve yê Îranê Cewat Zarîf jî rêze hevdîtinên xwe yên bo welatên cîran û derdorê dane dest pê kirin. Zarîf pêşî bi rayedarên Azerbaycanê re pişt re jî bi hevpostên xwe yê Rûsya û Ermenîstanê re jî li hev hat. Tê çaverêkirin ku Cewat Zarîf di 29ê vê mehê jî serdana Tirkiyê bike û pişt re jî biçe Gurcîstanê.

Li gorî hin pisporan Îran pêwendiyên ku di heyama Trump te bi welatên cîran re lawaz bûne ji bo ku careke din xurt bike reze hevdîtinan pêk tîne û Tirkiye çawa ku di heyama gemaroyan de piştevaniya Îranê kiribe îro şûn de jî dê zêdetir li gel Îranê tevbigere.

Pispora Pêwendiyên Navdewletî Yeşîm Demîr diyar dike: “Ji bo Îranê weke serok hilbijartina Bîden geşedaneke erênî bû. Ji ber ku di heyama Trump te pêwendiyên Îranê li gel hemû welatên cîran re ji ber gemaroyan lawaz bibûn. Ji bo ku ev pêwendiyên lawaz bûne careke din xurt bike Cewat Zarîf van serdanan pêk tîne û tê çaverêkin 29ê vê mehê jî li Tirkiyê be. Her çiqas Tirkiye bixwaze nêzîkê Amerîkayê bibe jî dê zêdetir xwe nêzîkê Îranê bike îro şûn de. Ji ber ku Îran hem Cîrane hem jî hevkareke bihêz yê aboriyê ye bo Tirkiyê.”

Beravajî vê yekê li gorî pisporê kul i ser Îranê dixebite Celal Rûşen jî ev serdana Cewat zarîf di esasê xwe de peyameke ji bo rêveberiya nû ya Amerîkayê û Tirkiye ya ku dixwaze bi Amerîkayê re heyameke nû bide dest pê kirin weke berê dê xwe nêzîkê Îranê neke.

Pisporê Îranê Celal Rûşen dibêje: “Wezîrê karên derve yê Îranê Cewat Zarîf pîştî ku serokê Amerîkayê Bîden dest bi serokatiyê ker yekser ji bo welatên cîran hevdîtin dan destpêkirin. Bêgûman ev serdanên Zarîf ji bo rêveberiya nû ya Amerîkayê jî peyamek e û dibêje Amerîkayê e hemû welat li pişt minin. Lê belê Tirkiye ku dixwaze zêdetir xwe nêzîkê Amerîkayê bike dê weke salên borî têkiliyeke erênî û germ bi Îranê re ava neke û zêde giringiyê nade serdana Cewat Zarîf.”

Di heyama serokatiya Donald Trump te Amerîkayê di warê bazirganî, enerjî û pîşesaziyê de bi du qonaxan gemaroyên giran li ser Îranê karîger kiribû û tevî van gemaroyan Tirkiyê pêwendiyên xwe yên bi Îranê re qut nekiribûn. Di heyama nû ya bi serokatiya Bîden de Tirkiye dê bi Amerîayê re be yan bi Îran re piştî serdana cewat zarîf bo Tirkiyê dê ev mijar jî zelal bibe.