Bozyel: Li Tirkiyê reform hatine jibîrkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ragihand; Li Tirkiyê ev 6 – 7 sal e reform hatine jibîrkirin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ragihand; Li Tirkiyê ev 6 – 7 sal e reform hatine jibîrkirin, Yekîtiya Ewropayê ji rojeva Tirkiyê derketiye.

Bayram Bozyel beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pêwendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Tirkiye diyar dike ku dixwazin pêvajoyeke gelek nêzîk ligel Yekîtiya Ewropayê bidin destpêkirin û li ser pêwendiya Yekîtiya Ewropayê ligel Tirkiyê û cihê pirsa Kurd di van pêwendiyan de, Bayram Bozyel diyar kir: “Li Tirkiyê ev 6 – 7 sal e reform hatine jibîrkirin, Yekîtiya Ewropayê ji rojeva Tirkiyê derketiye. Tirkiye bi tevahî teslîmî siyaseta şer û nijadperestiyê bûye.”

Bozyel diyar kir: “Tirkiye di nava xwe de di her warî de xitimiye, him mesela aborî, him mesela siyasî, li ser mesela edaletê, herwiha li derve jî hatiye dorpêçkirin.”

Bayram Bozyel dibêje: “Hikûmeta AK Partî û koalîsyona bi serokatiya Erdogan, dixwazin bêhnekê vedin, ji bo vê hewl didin ku car din mesajên nerm bişînin Yekîtiya Ewropayê û car din bikaribin navbera xwe germ bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Dibe ku hatina Biden jî, di vê pêvajoyê de roleke wê heye, ji ber ku temamê dinyayê dixwaze xwe li gor dema serdema Biden jinûve saz bike.”

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê diyar dike: “Tirkiye bi giştî dixwaze pêwendiyên xwe bi Ewropa û Amerîkayê re baş bike. Lê nikarin pir pêşde biçin, ji ber ku ev naveroka hikûmetê, ev nasnameya koalîsyona li ser hukm, pir îmkan nade ku hikûmet pir pêşde biçe û reformên li gor hewcedariyên civakê cîbicî bike.”

Bayram Bozyel dibêje: “Hikûmeta niha, ji ber wan kiryarên xwe yên çend salên dawî, ji ber çand û siyaseta xwe ya ku ev çend sal in dimeşîne, nikarin reformên radîkal, gavên erênî, gavên kûr biavêjin, him di mesela Kurd de, him di mesela demokrasiyê de, ji ber ku xwe girêdane, civak jehrî kirine, milet bi nirxên nijadperestî û şovenîstiyê û dagirkeriyê jehrî kirine.”

Bozyel eşkere dike: “Di van çar salên dawî de li Tirkiyê dewlet têk çû, dezgehên dewletê hatin tinekirin. Niha dezgeha herî mezin parlamento wateya wê nemaye, niha darizandin ti fonksiyoneke wê nemaye, çapemenî ti fonksiyoneke wê nemaye, her tişt li devê Erdogan mêze dike û li pey wê jî helwesta Devlet Bahçeli mêze dike.”

Bayram Bozyel destnîşan dike ku heta pirsa Kurd li Tirkiyê çareser nebe, Tirkiye ji hukmê neteweperweriyê xilas nabe.