Kazimî: Cîgirê Xelîfeyê DAIŞê hat kuştin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand; Cîgirê Xelîfeyê DAIŞê û waliyê Iraqê yê rêxistina DAIŞê hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand; Cîgirê Xelîfeyê DAIŞê û waliyê Iraqê yê rêxistina DAIŞê hat kuştin.

Mistefa Kazimî ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê ye, bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Gelê Iraqê her soza ku dideî tîne cih, me soz da ku em bersiveke tund bidin DAIŞê. Niha ew bersiva bihêz a qehremanên me, hate dayîn.”

Kazimî diyar kir: “Hêzên me yên qehreman, Ebû Yasir El Îsawî, ku Cîgirê Xelîfeyê DAIŞê û waliyê Iraqê yê wê rêxistina terorê bû, di operasyoneke îstixbaratî de hat kuştin.”

Piştî teqînên li Bexdayê ku DAIŞê berpirsyariya xwe li hember wan êrîşan ragihandibû û di encama êrîşan de 32 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn, Serokwezîrê Iraqê soz dabû ku bersiveke tund dê bidin DAIŞê.