Zerîf ji Blinken daxwaz dike ku rastiyan bibîne

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji hevtayê xwe yê Amerîkî daxwaz dike ku zextên Trump ên li ser Îranê jibîr neke.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji hevtayê xwe yê Amerîkî daxwaz dike ku zextên Trump ên li ser Îranê jibîr neke.

Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken daye û jê daxwaz kiriye ku rastiyan bibîne.

Zerîf diyar kir ku Amerîka rêkeftina atomî binpê kiriye û rê li ber hawirdekirina derman û xurekan bo Îranê, girtiye.

Wezîrê Derve yê Îranê ji Antony Blinken daxwaz kir ku ew pêngava yekem biavêjin û zextên Trump ên li ser Îranê jibîr nekin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî berî niha mercê wî ji bo Îranê ew bû ku berî behsa vegera Amerîkayê bo nav rêkeftina atomî were kirin, divê Îran pabenddiyên xwe yên bi wê rêkeftinê cîbicî bike.