Îranê endamekî DAIŞê îdam kir

Dadgeheke herêma Xuzistanê ya Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirina Elî Metîrî da.
Îran
Îran

Navenda Nûçeyan (K24) -  Dadgeheke herêma Xuzistanê ya Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirina Elî Metîrî da, ku bi endamtiya rêxistina DAIŞê hatibû tohmetbarkirin.

Elî Metîrî bi wê yekê hatibû tohmetbarkirin ku di sala 2018an de dema êrîş kiribû baregeha Besîc a li devera Şîban, du kesên ji hêzên Besîc kuştine.

Ji destpêka vê mehê ve, li başûrê rojhilatê Îranê, du kesên ser bi rêxistina DAIŞê hatine îdamkirin.