Îran vaksîna Rûsyayê bi kar tîne

Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê biryar da, derziya Sputnik a Rûsyayê ya li dijî vîrusa Koronayê bi kar bîne.
Îran
Îran

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê biryar da, derziya Sputnik a Rûsyayê ya li dijî vîrusa Koronayê bi kar bîne.

Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand; destûr hat dayîn ku em derziya navenda Gamaleya ya Rûsyayê bi kar bînin.

Berî niha Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di serdana xwe ya Moskowê de ragihandibû, Sputnik di rêza wan derziyan de ye ku li welatê wî hatine tomarkirin û hêviya xwe anîbû ziman ku Rûsya û Îran bi hevbeşî, vaksînekê pêk bînin.

Sputnik V ya Rûsyayê, li ser asta cîhanê derziya ewil e ku li dijî vîrusa Koronayê hat berhemanîn û heta niha welatên Cezaîr, Filistîn, Îmarat, Arjantîn, Bolîvya, Belarus, Sirbistan, Venezuela, Paraguay, Tirkmenistan û Macaristan bi kar tîne.