Li Parlamentoya Tirkiyeyê agirê siyasetê gûr bûye

Piştî van îddîayên mîlîtanbûnê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji hemû parêzgar û qeymeqaman daxwaz kir ku derbarê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de dozê vekin.
Wêne: Parlamentoya Tirkiyeyê, Enqere.
Wêne: Parlamentoya Tirkiyeyê, Enqere.

Enqere (K24) - Li Tirkiyeyê ji aliyê partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHPê ve derbarê mîlîtanbûna qadroyên dewletê de îddayên ku hatine rojevê, li parlamentoya Tirkiyê jî agirê siyasetê gûr dike. Gotûbêjê AKPê Omer Çelîk li ser van îddayên CHPê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi faşîzmê sûcdarkir û got; "Kiliçdaroglu bi zimanê Naziyan diaxive." Li ser van nîqaş û gengeşiyan Cîgirê Serokatiya Koma CHPê Ozgur Ozel jî li parlamentoyê bersiv da daxwuyaniya Omer Çelîk û got; Kesên ku wan bi nazîzmê sûcdar dikin divê hay ji zimanê xwe hebin. Herwiha Ozel li ser mîlîtanbûna qadroyên dewletê jî wiha axivî:

"Me di hilbijartinan de parêzgarên ku sarincokan belav dikin dîtin. Beriya hilbijartinan hê demsala havînê de qeymaqamên ku komir belav dikirin me dîtin. Herwiha dîsa derket holê ku ev harîkarî hemû jî ji aliyê teşkîlatên AKPê ve hatine pejirandin. Ji xeynî wê gelo li vî welatî bo peydakirina karekî endamtiya AKPê pêwîste yan na? Herwiha endamtiya AKPê bo kar peydakirinê sûdewer e yan na?"

Parlamenterê AKPê yê Antalyayê Atay Uslu jî li ser van îddîayan karvedanên tûd nîşanî opozîsyonê da û got: Tohmetbariya bi ser navê mîlîtaniyê hêrîşeke li dijî demokrasi û hûqûqa Tirkiyê ye.

Uslu dibêje; "Bi mîlîtaniyê tohmetbarkirina bûrokratên me, di heman demê de hêrîşeke li hember demokrasî, hûqûq û vîna gel e. Tirkiyê opozîsyoneke ku xwedî vî zimanê bê rêziyê qebûl nake. Ev zimanê qirêj li hember dîrok û şaristaniya me jî zimanê xiyanetê ye."

Piştî van îddîayên mîlîtanbûnê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji hemû parêzgar û qeymeqaman daxwaz kir ku derbarê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de dozê vekin. Niha jî çavê raya giştî û siyasete li van bûrokratan e ka dê dozê vekin yan na.