Li Kirmaşanê di rûdana trafîkê de 5 kes mirin

Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di rûdaneke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Duh li ser rêya bajarên Kirmaşan û Kamyaran ên Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek û kamyonek li hev ketin.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de tevahiya sernişînên otomobîlê, ku 5 kes bûn, mirin û şofêrê kamyonê jî birîndar bû.

Bi gotina berpirsê trafîka Kirmaşanê, bûyer ji ber vegeriyana xelet ya otomobîlê qewimiye.