Li Duhokê bang li welatiyan hat kirin: Neçin deverên çiyayî

Ji roja pêncşemê ve pêleke barîna berfê li parêzgeha Duhokê dest pê kiriye.
Dîmeneke îro ya devera Serzêrê, wêne: Şînwar Sadiq, Kurdistan24
Dîmeneke îro ya devera Serzêrê, wêne: Şînwar Sadiq, Kurdistan24

Duhok (K24) – Ji roja pêncşemê ve pêleke barîna berfê li parêzgeha Duhokê dest pê kiriye, bi taybetî jî li deverên çiyayî. Rêveberiya Çêkirina Rêyan a Duhok jî bang li welatiyan dike ku di dema barîna berfê de neçin deverên çiyayî.

Ji devera Kanî Masî heta Serzêr gelek berf bariya. Li Kanî Masî qama berfê 25-30 santîmetre û li devera Serzêrê jî 40-70 santîmetre bûye.

Rêveberê Rêveberiya Çêkirina Rêya a Duhokê Neşwan Yehya ji Kurdistan24ê re ragihand: “Tîmên me bi awayekî berdewam dixebitin û rêyên ku xelk bi kar tîne, bi taybetî li devera Kanî Masî, hemû rê hatine vekirin, niha jî ber bi devera Serzêrê di rê de ne.”

Duh roja betlaneyê bû, loma gelek kes berê xwe dabûn Çiyayê Gare û beşek ji wan di rê de asê mabûn û bi şev hatin rizgarkirin.

Neşwan Yehya got: “Mixabin çendîn car in, me diyar kiriye ku dema berf bibare, bila xelk neçe deverên çiyayî, bi taybetî Çiyayê Gare, çimkî rê 16 kîlometre dirêj e û ji bo paqijkirina rêyan, demeke dirêj divê.”