Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Izet Silêman Beg

Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya naskirî ya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Izet Silêman Beg Dergeleyî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya naskirî ya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Izet Silêman Beg Dergeleyî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya ya kesayetiya naskirî ya Kurdistanê û devera Soranê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Izet Silêman Beg Dergeleyî bihîst. Xwedêjêrazî Izet Silêman Beg Dergeleyî ji malbateke navdar û kurê Silêman Beg Pêşmergeyê Komara Kurdistanê li Mehabadê û hevalê Barzaniyê Nemir bû û kesayetiyeke xebatkar, niştimanperwer, xemxwarê Kurdayetiyê û dilsozê rêbaza Barzaniyê bû û rola wî ya berçav di şoreş û xebata Kurdayetî bi taybetî li devera Soran hebû û jidestdana wî xisareteke mezin e.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Sersaxiya xwe arasteyî malbata têkoşer Izet Silêman Beg û hemû xizm û kesûkar û hevalên xwedêjêrazî û niştimanperwerê Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Herwiha di peyama Serok Barzanî de hat: “Ji xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê xwedêjêrazî bi beheşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bi her aliyekî bibexşe.”