Berfê riyên bi dehan gundên Rojhilatê Kurdistanê girtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsal li piraniya navçeyên Rojhilatê Kurdistanê berf bi awayekî zêde bariye, vê yekê jî her çend e welatî dilxweş kirine, lê hin pirsgirêk dirust kirine.
Riyên bi dehan gund hatine girtin û hejmarek welatî di navbera Sine û Urmiyê de asê mane û dibêjin ku aliyên pêwendîdar wek tê xwastin riyan ji berfê paqij nakin.
Bi barîna berfê re riyên Şino, Tergewer, Mergewer Mêrge, Mêrgan û Gagaşê yên parêzgeha Urmiyê û riyên Jalane û Hewraman û riyên parêzgeha Sina bi giştî rastî gelek pirsgirêkan hatine. Sedema sereke jî ew e, rê yek alî ye û dereng tê paqijkirin.